Çîn:Em dikarin alîkariya Komara Islamî ya Îranê bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokdewletê Çînê Şî Çînpîng, diyarkir ku çi ji destên wan were, amade ne alîkariya Konara Islamî ya Îranê di têkoşîna dijî Vayrosa Korona (Covid-19) de bikin.
Ligor Ajansa Şinhua, Serokdewletê Çînê peyamek ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re rêkiriye û amadeyiya welatê xwe bo alîkariya Komara Islamî nîşan da ye.
Şîn Chingping aniye ziman, ku dikarin alîkariyên dermanî, alavên tendirustî û tîmên bizişkî û sarêjî rêbikin Îranê.
C.B