Ispanya xwe girt karantînayê
K24 – Navenda Nûçeyan
Hukimeta Ispanya, bi egera belavbûna Vayrosa Korona (Covid-19) biryara karantîkirina tevayiya welatê xwe da.
Ligor rojnameyên El Mundo û Cadena Ser, Rewşa Awarte li tevayiya welat tê ragihandin. Hevwelatî dê bikaribin tenê biçin ser karên xwe, xwarin û derman bikirin, biçin nexweşxaneyê. Ji derveyî vê – qedexeya derketinê tê ragihandin.
Wezareta Navxweyî ya Ispanya hemû hêzên xwe yên xwecihî û herêmî, herweha tevayiya hêzên polis derbasî nav kar û kontrolkirinê dike.
Biryarên Hukimetê piştî civînê bi rêya dezgehên ragihandinê, bo hevwelatiyan hatin ragihandin.
Heta niha li Ispanya 5 hezar û 945 kes tûşî vayrosê bûn e û 191 kesan jiyana xwe jidest da ye.
C.B