“Sûdê ji mana li malê bibînin û pirtûkên Kurdî bixwînin”

Nivîskarên Kurd bang li Kurdan dikin ku di vê demê de zêdetir pirtûkên Kurdî bixwînin û zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li seranserê cîhanê bandora vîrûsa coronayê ya cûreya nû (COVÎD-19) berdewam e. Ji ber tirsa belavbûna vîrûsê bi milyonan kes di malên xwe de dimînin. Nivîskarên Kurd bang li Kurdan dikin ku di vê demê de bi malbatên xwe re zêdetir pirtûkên Kurdî bixwînin û zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.

Bandora vîrûsa coronayê ya cûreya nû (COVÎD-19) berdewam e. Ji ber tirsa belavbûna vê cûreya vîrûsê rayedar welatiyan hişyar dikin ku ji malên xwe dernekevin. Welatiyên ku li mal dimînin bi malbatên xwe re zêdetir dem derbas dikin. Nivîskarên Kurd bang li Kurdan dikin ki ji vê qeyranê sûdê werbigrin û pirtûkên Kurdî bixwînin û Kurdî fêrî zarokên xwe bikin û lîstikên Kurdî bilîzin. Rêveberê firotina online ya pirtûkan Bawer Berşev dibêje; yê ku pirtûkekê ji wan bikire diyariyekê jî bi pirtûkê re jê re dişînin.

Rêveberê Malpera Pirtûka Kurdî Bawer Berşev ji K24ê re got: “Her ku diçe Kurd zêdetir li ser zimanê xwe disekinin û hîn dibin. Ji bo vê yekê ti astengî tine ne. Em di îstatîstîkan de em vê yekê jî dibînin ku Kurd zêdetir pirtûkên hînbûna Kurdî distînin. Heger em bi hemû saziyên xwe vê yekê teşwîq bikin dê xwendin jî zêdetir bibe. Kurdên me di mal de ne, em dixwazin bêhtir pirtûkên Kurdî bixwînin û zarokên xwe hînî Kurdî bikin, ev demeke guncav e.”

 

Malbatên ku di mal de dimînin zêdetir dema xwe bi temaşekirina televizyon û înternetê derbas dikin. Nivîskarên Kurd bang li Kurdan dikin ku vê demê ji bo pêşvebirina çand û zimanê Kurdî weke derfeteke zêrîn bibînin. Welatî dikarin bi rêya înternetê jî pirtûkan bikirin. Li gel vê yekê gelek pirtûkên ku hatine dijîtalîzekirin dikarin werin xwendin. Nivîskar û rêveberê weşanxaneyeke taybet Azad Zal dibêje; bila Kurd di vê demê de zêdetir televîzyonên Kurdî temaşe bikin û malbat bi hev re pirtûkan bixwînin.

Nivîskar û Rêveberê Weşanxaneyê Azad Zal dibêje: “Da ku mirov bikare bi bêhnfirehî di hefsa malê de bimîne divê mirov bixwîne û bi zarokên xwe jî bidin xwendin. Heger dayîk û bav pirtûkan bixwînin dê zarokên wan jî bixwînin. Ez pêşniyaz dikim; bila pêşî dayîk û bav pirtûkan bixwînin û bila pirtûkên kurmancî an zazakî bixwînin da ku zarok jî li wan binêrin û bixwînin.”

 

Li gorî nirxandina pisporan, dê bi vê vîrûsê di jiyana mirovan de gelek guhertin çêbibin û divê mirov xwe li gorî jiyana nû amade bike. Nivîskarên Kurd jî dibêjin divê Kurd jî di jiyana xwe ya rojane de guhertina bikin bernameyên pêşvebirina çand û zimanê Kurdî pêk bînin.