“Îranê li Sûriye derman ji bo Korona test kiriye”

Mepanews jî nivîsiye, ku testên Îranê li Nexweşxaneya Muctehid a Şamê jî hatine test kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Timeturk a bi zimanê tirkî, rojnamevanê Sûriyeyî Wail el Xalidî eşkere kiriye, ku Îranê li çend nexweşxaneyên Sûriye derman (vasîn) ji bo Korona taqî (test) kiriye.

Wail el Xalidî herweha aniye ziman, ku hemû kesên derman liser wan hatiye taqî kirin, jiyana xwe jidest dan e.

Mepanews jî nivîsiye, ku testên Îranê li Nexweşxaneya Muctehid a Şamê jî hatine test kirin.

Rejîma Sûriye ragihandiye, ku heta niha tenê yek kes bi Vayrosa Korona ketiye, lê ligor Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan, ku ji K24 re diyarkir û di medya cîhanî de jî, cîh girt zêdeyî 60 kesan bi Vayrosa Korona ketin e.

 

 

C.B