Şaredariya Rezanê helmeta paqijiyê daye destpêkirin

Di çarçoveya pêşîlêgirtina Vîrusa Koronayê de aste bergiriyan her diçe bilindtir dibin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Di çarçoveya pêşîlêgirtina Vîrusa Koronayê de aste bergiriyan her diçe bilindtir dibin. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Rezan a Diyarbekirê bi tevlîbûna hemû tîmên xwe helmeta paqijiyê ya hemdem li dar xist. Rayedarên şaredariyê dibêjin xeterî her ku diçe mezintir dibe û ew jî giraniyê didin paqijiyê.

Ji bo pêşilêgirtina belavbûna Vîrusa Koronayê şaredarî êdî giraniyê didin karên paqjiyê û dezanfektasyonê ku pispor dibêjin rêbaza herî bibandor paqijî ye. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Rezan a Diyarbekir ku mezintirîn navçeya Dîyarbekir e bi awayeke hemdem bi hemu tîmên xwe helmeta paqijiyê û dezanfektasyonê da destpêkirin. Serokê Şaredariya Rezan Huseyîn Beyoglû amaje kir ku rewş her ku diçe xeternaktir dibe û ew jî xebatên xwe berfirehtir dikin.

Rayedarê Şaredariyê Huseyîn Beyoglû ji K24ê re got: “Me xwest îro di çarçoveya bergiriyên hember belavbûna nexweşiya koronayê de paqijiya û dezenfektasyona kuçe û kolanên bikin. Ez bang li welatiyan dikim ku ew jî tedbîrên xwe bistînin û li gorî bangewaziyan tevbigerin.”

Serjimêriya navçeya Rezan li gorî amarên dawîn ji 400 hezarî jî zêdetir e û ji berk u avahî gelek nêzîkî hev in û kolan jî teng in girîngiyeke teybet bo vê navçeyê tê nîşandan. Berpirsê Karên Paqijiyê Yê Şaredariya Rezan dibêjin armanca wan ew e ku kolan û ceddeyeke ku nehatibe paqijkirin û dezanfekte kirin nemîne.

Berpirsê Karên Paqijiyê Ferît Tûnç dibêje: “Em îro bi awayeke perîyodîk dest bi paqijiya navçeya Rezan dikin. Em wek Şaredariya Navçeya Rezan bi awayeke rêk û pêk kuçe û kolanên xwe paqij dikin. Em ê her 24 demjimêr carekê vî kare xwe bidomînin.”

Şaredariya Navçeya Navendî Ya Diyarbekirê Rezan bangewaziyê li welatiyan dike ji bo parastina tendirustiya xwe û baştir kirina karên paqijiya heta ji wan tê bil adi malên xwe de bimînin û dê karên dezanfekte kirine û paqijiyê dê her roj bi awayeke periyodik bidome.