Olimpiyad a li Japonya hatin paşxistin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe ragihand, ku Olimpiyad a li Japonya, ku diviyabû di Tîrmeh a 2020an de li Tokyo pêk were, hate paşxistin.
Shinzo Abe herweha anî ziman, ku Komîteya Navneteweyî ya Olimpiyadê jî, ev paşxistin erê kiriye.
Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe herweha got, ku piştî pêwendiya ligel Serokê Komîteya Navneteweyî ya Olimpiyadê (IOC) Thomas Bach, hatiye pejirandin, ku Olimpiyad di havîn a 2021an de lidar bikevin.
C.B