Li Diyarbekirê saziyên fermî dest bi çêkirina maskeyan dikin

Sazî û rêxistinên li Diyarbekirê jî rojane bi hezaran maske çêdikin û bêmişe dide welatiyan.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Bi belavbûna vîrûsa coronayê ya cûreya nû (COVÎD-19) malzemeyên xweparastin û paqijiyê jî ketin bazara reş. Li Bakur û Tirkiyeyê gelek sazî û rêxistinên fermî li hemberî vê yekê dest bi çêkirina maskeyan dikin. Sazî û rêxistinên li Diyarbekirê jî rojane bi hezaran maske çêdikin û bêmişe dide welatiyan.

Ev der navendeke perwerdekirina gel ya ser bi qeymeqamiya Peyasa Diyarbekirê ve ye. Berê li vê navendê welatî fêrî pîşeyên cûrbecûr dibûn lê niha li vê navendê tenê maske tên hilberîn. Bi belavbûna vîrûsa coronayê ya cûreya nû (COVÎD-19) maske jî wekî kelûpelên paqijiyê ketin bazara reş. Ji ber ku pêşî li vê yekê were girtin sazî û rêxistinên fermî jî dest bi çêkirina maskeyan kir. Evîn OZBEK mamosteya dirûtinê ye lê ew jî niha bi hevkarên xwe re maskeyan çêdike û dibêje; welatî dikarin van maskeyan her roj bişon û utî bikin bikarbînin.

Fêrkar Evîn Ozbek ji K24ê re got: “Ez mamosteya dirûtinê me. Fêrgeha me ji ber Vîrûsa Coronayê hat girtin û me jî got gelo em dikarin çi bikin? Me biryar da ku em jî di bin banê Şaredariya Kayapinarê de maskeyan çêbikin. Maskeyên me ji pembûyî tê çêkirin û dikarin piştî şûştinê careke din were bikaranîn.”

Li navenda perwerdekirina gel ya Peyasê 50 jin bi hev re dixebitin û rojane 1.000-1,500 maskeyan çêdikin. Ev maske bi destê şaredarî û saziyên fermî li kesên temen 65 û mezintir bêbedel tên belavkirin. Nezahat Canpolat jî rêvebera navenda perwerdekirina  gel ya Peyasê ye. Nezahat Canpolat dibêje; di vê pêvajoya zor û zehmet de ji destê kê çi were divê ji bo parastina tenduristiya civakê bike.

Rêvebera Navenda Perwerdekirina Gel ya Peyasê Nezahat Canpolat dibêje: “Qeymeqamê me birêz Unal KOÇ pêşkêşvaniya vê xizmetê kir û ev cihê çêkirina maskeyan amade kir. Maske ketine bazara reş lê em jî êdî maskeyan dihilberînin. Em rojane hezar – hezar û 500 maskeyan çêdikin. Em van maskeyan bêbedel didin kesên temen 65 û jûr. Em dixwazin ku herkes baldar be û xwe ji vê nexweşiyê biparêze.”

Ji ber şewba Vîrûsa Coronayê, nexweşxane û dibistan û navendên perwerdehiya gel û saziyên wekî van dest bi hilberîna maske û kelûpelên paqijiyê kirine. Li gorî ragihandina rêveberên saziyan, bi vê yekê bihaya maske û lepikan dadikevin. Rayedar amaje dikin ku, li saziyên fermî dê çêkirina maske û kelûpelên pakiyê berdewam be.