Vîrûsa Koronayê bazara giyayan geş kiriye

Etar dibêin: Welatî herî zêde exlamûr û zencefil û zerdeçal û mêxik û darçînê dikirin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, bi belavbûna  Vîrûsa Koronayê ya cûreya nû (COVÎD-19) re bazara giyayan jî geş bû. Welatiyên ku dixwazin ji nexweşiyan biparêzin berê xwe didin etaran û giyayên ku mirov li hemberî nexweşiyan diparêzin dikirin. Etar jî amaje dikin ku welatî herî zêde exlamûr û zencefil û zerdeçal û mêxik û darçînê dikirin.

Li bazarên navçeya Sûr a Diyarbekirê bi dehan dikanên etariyê hene. Çar demên salê welatî ji bo kirîna giyayan berê xwe didin vê bazarê lê belê bi belavbûna Vîrûsa Coronayê  hejmara welatiyên ku têne vê bazarê zêdetir bûne. Şêxmûs Saltik bi salane ku li vê bazarê dikandariyê dike û dibêje; di nav welatiyan de tirsa Vîrûsa Coronayê zêde bûye û welatî herî zêde exlamûr û zencefil û zerdeçal û mêxik û darçînê dikirin.

Dikandar Şeyhmus Saltik ji K24ê re got: “Welatî ditirsin û di nav fikaran de ne. Ji ber ku nîşaneyên Vîrûsa Coronayê û ya zekem û şobeyê  dişibin hev welatî ditirsin û tedbîrên xwe digrin.Welatî giyayên ji bo parastina ji nexweşiyên zivistanê dikirin û dibêjin dê bi van giyayan li dijî Vîrosa Coronayê jî bihêz bin. Di rojên dawî de em dibînin ku firotina zencefîl û exlamûr û beybûnê zêde dibe. ”

Li seranserê cîhanê roj bi roj haletên tûşbûna Vîrûsa Coronayê zêde dibin. Welatî jî ji bo bihêzbûna pergala parastina laşê xwe ji berê zêdetir hay ji xwarin û vexwarina xwe hene. Yek ji giyayên ku ji bo tenduristiya baş jî simak e. Li ser hin gotegotên ku dibêjin simak ji bo vîrûsê baş e ev bazar jî geş bûye. Kîloya simaqê ji 20 lîreyî derketiye 35 lîreyî. Lê li gorî ragihandina pisporên tenduristiyê bi zanistî nehatiye destnîşankirin ku simak ji bo Vîrosa Coronayê baş be. Eqtar Nîhat Kaya jî dibêje; van rojan karê wan zêde bûye û welatî giyayên ku pergala parastina laş bihêz dike zêdetir dikirin.

Etar Nîhat Kaya dibêje: “Hejmara kiriyaran zêde bûne û gelek giyayên zivistanê dikirin. Giyayên wekî beybûn, anason, cûreyên çayê, sêvên hişîkirî, darçin, elamûr û xurmeyan dikirin.”

Li gorî ragihandina pisporan, divê welatiyan hay ji xwarin û vexwarin û paqijiya  xwe hebin û giya û nebatên ji bo parastina pergala laşî bikarbînin. Her dîsa pispor welatiyan di mijara gotegotên li ser peydakirina dermanan hişyar dikin dibêjin; bila welat bawerî bi her gotegotan neynin û hîn jî tu dermanên Vîrûsa Coronayê nehatiye peydakirin.