Peyamek ji Serok Barzanî bo raya giştî
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ev çend roj in nûçeyek li ragihandinan belav bû ye, ku hejmarek kesên ser bi Hêzên Heşd û Polîsên Iraqî li nêzîkî bazgeha Pirdê destdirêjî ser jineke Kurd kirin e, ku kêmendam e û ji malbateke gelek hejar û bêdesthilat ê sînorê parêzgeha Kerkûkê ye.
Daxwaz ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê dikim, bi hevbeşî lêkolînek tevahî li vê tawana diltezîn bikin û encamderên vê tawanê bêne sizadan. Ev tawan û sîtemek gelek mezin e, ku li welatiyeke bêpena ya Kurd li jêr sayeya îdare û serbazî ya sepandiya Kerkûkê kirin e, ku her li destpêkê ve heta niha ev desthilat, li ser ew e rahatiye li rêyên cûr bi cûr dijayetiya welatiyên Kurdên Kerkûk û mafên wan bike.
Bila hîç kes û aliyek wiha bîr û hizir neke, ku tawanên bi vî awayî li ser wan da derbas dibe yan çavpoşî lê tê kirin. Ev destdirêjî şikandina kerameta welatiyên, ne ku tenê Kerkûkê belku hemû Kurd e û encamderên vê bêwîcdaniyê divê bi tundtirîn awayî bêne siza dan.
10 Nîsan 2020
Mesûd Barzanî