Li Kobanî xwendina “online” ezmûneke nû ye

Perwerdeya “Online” ezmûneke nû ye li cem mamoste û rêbevebirên Perwedeyê li Rojavayê Kurdistanê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Perwerdeya “Online” ezmûneke nû ye li cem mamoste û rêbevebirên Perwedeyê li Rojavayê Kurdistanê. Rêveberiya Xweser û mamoste dibêjin, xwendina online şûna dibistanan nagire, lê ew neçar in di krîza Korona de şagirtên xwe bê xwendin nehêlin.

Ji bo xweparastina ji belavbûna vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê, proseya xwendinê hatiye rawestandin û dibistanan deriyên xwe girtine û heta xwendekar bê xwendin nemînin, dest bi xwendina online bibe. Li gor Rêveberiya Desteya Perwerdeyê, ku ev ezmûn ji wan nû ye, ji ber wê ew rastî hin astengiyan tên.

Pêşbîn e li gor rêveberê vê projeyê, ev waneyên têne tomarkirin, li telefizyonên herêmî yên girêdayî Rêveberiya Xweser werin pêşkêşkirin. Herwiha dê ji bo wan bibe arşîvek.