Di dema Korona de tundiyên li hember jinan zêde dibin

Tundiyên li hember jinan 3 qatan zêde bûye.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Saziya Navenda Lêkolînên Sosyo-Polîtîk, raporekî li ser di serdema bergiriyên corona covît19 de, bandorên ku li ser jinan kiriye ragihand. Di raporê de hatiye diyar kirin ku tundiyên li hember jinan ji sedî 15'an derketiye ji sedî 43 an. Lêkolîner û hiquqnas wê encamê ji bo Kurdistan24 nirxandin.  

Bergiriyên li hember corona covît 19, bandorê li ser tundiyên li nav malan kiriye û tundiyên li hember jinan dora 3 qat zêde bûye. Di çarçoveya bergiriyên ku vîrus belav nebe de, wek li gişt cîhanê, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî derketina derve û jiyana civkî hatiye sînordar kirin, an jî rawetandin. Lêkolînekî nîşan dide ku ev rewş buye sedema tundiyên nav malan jî.

Rêvebira Navenda Lêkolînên Sosyo-Polîtîk Yuksel Genç, tîne ziman ku tengaviyên jiyana civakî û bêhntengiyên serdema ku din av malan de derbas dibe de, bandora herî zêde li ser jinan kiriye û tundî jî 2.8 qat zêde bune.

Rêvebira Navenda Lêkolînê a Sosyopolîtîk Yuksel Genç dibêje: "Di lêkolîna me de, jinên ku bersiv dane, tenê yên ku dikarin înternet bikar bînin in û di lêkolîna me ya berê de %15.2 jin gotibûn em tundî dibînin, lê ev car %43 jin dîtina tundiyê radigihînin. Heger yên ku înteraktîf nîn in jî bên hesibandin dibe ku tundiya li hember jinê zêdetir e jî. Xuya dibe ku hemû tengavî û kêmasî li ser jinê zêdetir bandoran peyda dike û her ku ev rewş dirêj dibe jî bandor zêdetir peyda dibin."

Li welatên din yên Cîhanê ku jiyana civkî hatibû sînordar kirin jî, tundiyên li nav malan hatibûn ragihandin û gelek jin û mêr jihev cuda bûbûn.

Parêzer û Rêvebira Komisyona Mafên Jinan a Baro ya Diyarbekirê Dîren Elîf Vûrgûn jî, balê kişand ku di malde mayîn û li malan kirina kar, jinan kiriye bin metirsiyan û divê rayedarên hikumetê rê û rêbazên pêşîlêgirtina wan tundiyan demidest peyda bikin û bi raya giştî re parve bikin.

Parêzer û Mafparêz Dîren Elîf Vûrgûn got: "Divê rayedar ji bo parastina jinan ji tundiyan planekî amade bike û ragihîne. Di vê rapirsiyê de xuya buye ku nêzîkî 3 qat tundî li hember jinê zêde buye ku îhtimale ew tundî zêdetirbin jî. Loma jî li gel bergiriyên vîrusê, divê bergiriyên tundiyan jî demildest bên girtin."

Rapirsîna li ser bandorên vîrusê li ser jinan, ji 18 bajaran bi beşdariya teqrîben hezar 850 kesî pêkhatiye û di rapirsiyê de, %43 jin tînin ziman ku ew tundî dibînin.