Kelha Zêrzevanê di nav lîsteya UNESCO de cih digre

Berhemeke dîrokî ya din jî ya Diyarbekirê di nav lîsteya Lîsteya Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih digre.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Berhemeke dîrokî ya din jî ya Diyarbekirê di nav lîsteya Lîsteya Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih digre. Piştî xebatên 5 salan, Kelha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtrasê di nav Lîsteya Demdar ya Mîrateyên Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih girt. Berpirsên qada geştyarî û aborî ya bajêr radigihînin ku dê bi vê gavê aboriya bajêr û herêmê geş bibe û Diyarbekir ji aliyê cîhanê ve dê were naskirin.

Kelha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtrasê di nav Lîsteya Demdar ya Mîrateyên Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih girt. Ji bo ku ev her du berhemên dîrokê di nav lîsteya daîmî de cih bigrin xebatan dest pê kir. Kelha Zêrzevanê ku baregeha serbazî ya Romayê bû her sal ji aliyê bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî ve tê ziyaretkirin. Biryara cihgirtina di nav lîsteya UNESCOyê de ji aliyê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ve hat nirxandin. Mehmet Kaya got; bi vê biryarê dê aboriya bajêr û herêmê geş bibe û dê Diyarbekir ji aliyê cîhanê ve baştir were naskirin.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: "Ev gav ji bo bajar û welatê me gaveke gelek hêja bû. Wekî ku tê zanîn ji beriya niha Baxçeyên Hevsel û Kelha Diyarbekirê di nav Lîsteya Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih girtibûn, Zêrzevan jî nirxê me yê sêyemîn e ku di UNESCoyê de cih digre. Di sala 2019an de nêzîkî 450 hezar geştyar serdana Zêrzevanê kirin. Ji van jî nêzî 70 hezar geştyarên biyanî bûn. Em hêvîdar in dê ev hejmar gelekî zêde bibe."

Ji bo ku Kelha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtrasê di nav Lîsteya Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih bigre ji aliyê Rêveberiya Kolyarî û Ajansa Geşepêdanê ya Karacadaxê ve dosye hatibû amadekirin û radestî Wezareta Çand û Hunerê ya Tirkiyeyê hatibû kirin. Bi cihgirtina di nav lîsteya UNESCOyê re Kelha Zêrzevanê dê ji aliyê cîhanê ve baştir were naskirin û her wiha ev yek jî dê ji bo geştyariya bajêr sûdbexş be. Rêveberê Xebatên Kolyarnasiyê û Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Aytaç Coşkun got; em çaverê dikin ku êdî ji çar aliyên cîhanê bi hezaran geştyar serdana Diyarbekirê bikin.

Serokê Xebatên Kolandinê ya Kelha Zêrzevanê Doç. Dr. Aytaş Coşkun dibêje: "Me li ser Kelha Zêrzevanê di sala 2014an de dest bi xebatên kolandinê kir. Em keyfxweş in ku di nav Lîsteya Demdar ya UNESCOyê de dê cih bigre. Heger ne ji ber Vîrûsa Coronayêbaya me hêvî dikir ku îsal milyonek geştyar serdana Zêrzevanê bikin. 18 berhemên li Tirkiyeyê di lîsteya UNESCOyê de cih digrin, em hêvî dikin dê Zêrzevan bibe yê 19an."

Kelha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtras li navçeya Çinarê; li kêleka riya Mêrdîn û Diyarbekirê cih digre. Li ser bermayiyên kelhê, ev 5 sal in ku xebatên kolandinê berdewam dikin. Xebatên Kolyariyê ji ber Vîrûsa Coronayê niha rawestiya ne lê piştî ku rewş aram bû dê xebat dîsa berdewam bin. Baxçeyên Hevsel û Kelha Diyarbekirê jî di nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê ne cih digrin.