Dr. Beyar Mezûl: heta vacin peyda nebe, metirsiya Covid -19 her berdewam e

Bizişkê neştergerî yê Sîng û Ra Dr. Beyar Mezûl ji K24 re ragihand, ku Almanya di têkoşîna hemberî Vayrosa Korona de gelek pêşkeftî ye, lê...

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Vayrosa Korona, ku ji Çînê bi awayek bilez derbasî  tevayiya cîhanê bû, bi taybetî li Ewrûpa ya rojava û Amerika bandorek gelek neyênî encam da.

Hejmara tûşbûyan li cîhanê ber bi 3 milyonan ve diçe û kesên cane xwe jidest dayî nêzîkî 200 hezaran dibe. Zêdeyên welatan li cîhanê hîn jî, di karantîna de ne û demek diyar jib o çareseriyê ji vê nexweşiyê hîn jî ne diyar e.

Bizişkê neştergerî yê Sîng û Ra Dr. Beyar Mezûl ji K24 re ragihand, ku Almanya di têkoşîna hemberî Vayrosa Korona de gelek pêşkeftî ye, lê bandota nexweşiyê kengî dê bidawî were nikarin demek diyar bikin.

Ligor Dr. Beyar Mezûl, egera ku Covid -19 zêdetir li Amerika û rojavayê Ewrûpa bibandor bû ew e, ku ev welatên geştyarî ne û li dverên geştyarî Vayrosa Korona zêdetir bicîh  û belav bû. Herweha egera dubare belavbûna Covid -19 jî, dikare di werzê payîz-zivistanê de dîsa were. Jiber vê yekê, heta ku vacin peyda bibe, egera belavbûna Covid -19 her heye.