Vacinek/dermanek dijî Covid -19, meymûn baş kirin e

Tîmek ji Uniwersiteya Oxford ragihand, ku vacin/derman peyda kirin e, ku liser meymûnan test kirin e û hemû ew meymûn ên bi Covid -19, çareser bûn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatên pêşkeftî yên cîhanê ji bo peydakirina vacin/dermanek hemberî Covid -19 dinav tevger û xebatek berfereh de ne. Di demek weha de, tîmek ji Uniwersiteya Oxford ragihand, ku vacin/derman peyda kirin e, ku liser meymûnan test kirin e û hemû ew meymûn ên bi Covid -19, çareser bûn e.

Heta niha Covid -19 tûşî zêdetirî 3 milyon mirovan bû ye û ji 200 hezar kesan zêdetir jiyana xwe jidest da ye. Di vê çarçoveyê de, xebata tîm a Oxford wekî ronahiyek di peydakirina vacine de tê destnîşan kirin.

Ligor agahdariyan vacin/derman di meha Gulanê de biser 6 hezar mirovên bi Covid -19 were test kirin.

 

 

 

C.B