Şêwekarekî Duhokê xaniyekî bi şêweyê berûyê ava dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermendekî şêwekar ê ji bajarê Duhokê 4 sal in kar ser avakirina xaneyekî bi şêweyê berûyê dike û dixwaze ew xanî bibe simboleke bajarê wî.
Şêwekarê ji bajarê Duhokê Zêrevan Salih wek dilsoziyekê ji dara berûyê re, nêzîkî 4 salan e mijûlî karekî hunerî ye û xaniyekî bi şêweyê berûyê dirust dike.
Şêwekar Zêrevan Salih dibêje, ew xanî wek maleke hunerî dimîne û dê ligel aliyên pêwendîdar hewl bide ew xanî li cihekî balkêş ê bajarê Duhokê deynin û wek mûzexaneyekê serdana wê bê kirin.