CHP: AK Partî 4 sal in bi darbeyê Tirkiyê birêve dibe

CHP û HDP diyar dikin ku Ak Partî ji bo ku têkçûna xwe bincil bike behsa darbeyê dike.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Tirkiye ya ku heta niha 7 darbeyên leşkerî pêk hatine û herwî dawî di sala 2016an de bi hewla darbeya leşkerî re rû bi rû maye careke din di rojeva partiyên siyasî yên wî welatî de egera darbeyeke nû heye. Partiya deshilatdar Ak partî partiya muxalefetê CHPê weke ku bangawaziya darbeyeke leşkerî dike sucdar dike. CHP û HDP diyar dikin ku Ak Partî ji bo ku têkçûna xwe bincil bike behsa darbeyê dike. Pipsor jî dibêjin li Tirkiyê êdî tu darbe pêk nayên.

Li Tirkiyê ev çend rojin di navbera partiya deshilatdar Ak Partî û partiya muxalefeta sereke CHP nîqaşa darbeyeke nû û hilbijartineke pêşwext gur dibe. Serokkomarê Tirkiyê û di heman demê de serokê giştî yê partiya deshilatdar AK Partîyê Recep Tayîp Erdogan CHP bi tundî şermezaer kir û got kesên bi rêyên demokratîk nikarin bibin deshilat berê xwe didin darbeye û dema ku em berê xwe didin daxuyaniyên rayedaên CHPê em bangawaziya darbeyekê dibînin. Berdevkê Ak Partiyê Omer Çelîk jî bi daxuyaniyekê ragihand ku CHP dixwaze darbeyê wîna gel bide û di rojeva wan da hilbijartinek pêşwext nîne.

Derbarê van daxuyaniyên Ak partiyê de cigirserokê CHPê Yildirim Kaya da zanîn ku deshilata Ak Partiyê ev 4 sal in bi darbeueke sivîl û bi pergala darbeye Tirkiyê bi rêve dibe û bi sucdarkiirna CHPê jî dixwaze têkçûna xwe û qeyrana aborî bincil bike.

Cîgirê Serokê CHP Yildirim Kaya ji K24ê re got: “Li Tirkiyê di 20ê Tîrmeha 2016an de bi destê AKPê darbeyeke sivî pêk hat û îro jî Tirkiye bi vê derbayê re tê birêvebirin. Ger îro li ser şaredariyan qeyum hebin, serokên partiyên siyasî û rojnamevan di girtîgehan de bin sedema vê darbeya sivîl ya AKPê ye. AKP ji bo ku têkçûna di nav xwe de, qeyrana aborî û zêdebûna nirxê dolar pêş çavê gel dûr bixe partiya me dike armanc û dibêje CHP darbeyê dixwaze. AKP rojevên bêbingeh û dûrî rastiyê tîne pêşiya gel.

Li gorî parlementerê HDPê yê Dîlokê Mahmut Tugrul jî ger li Tirkiyê darbeyek pêk bê ev yek dê bi destê deshilatdariya AKP û MHP çêbe û sedema wê jî li ber çav e.

Parlementerê HDPê Mahmut Tugrul diyar kir: “Li Tirkiyê eger amadekariyên darbeyekê hebe hewceye AKP berê xwe bide derdora xwe. Ji ber ku niha li Tirkiyê hemû hêz û deshilatî di bin destê AKP û MHPê de ye. Ji bilî wan tu hêzek nîne ku darbeyê bike. AKP ji bo ku alîgirin jê dûr ketine careke din li derdora xwe kom bike weke ku talûkeyek heye dide nîşandan. AKP ber bi windabûnekê ve diçe û bi van daxuyaniyan dixwaze deshilatiya xwe dirêj bike.”

Bi boçûna siyasetzan Prof. Dr. Tevfîk Erdem jî li Tirkiyê êdî egera darbeyekê êdî nemaye û heta 2023an jî hilbijartineke pêşwext xuya nake.

Prof. Dr. Tevfîk Erdem dibêje: “Tirkiye rojên hessas de derbas dibe lê belê ez êdî pêkan nabînim ku darbeyek pêk bê. Daxuyaniyên rayedarên CHPê weke bangawaziya darbeyekê tê nirxandin lê belê ev yek ne rast e. Armanca daxuyaniyên CHPê ew e ku deshilatê bixe zorê û jê re bibêje êdî deshilata te bidawî dibe. Di heyama ku aboriya Tirkiyê di nava qeyranekê de ye û veyrosa koronayê heye ne bawer im ku hilbijartinek çêbe û heta 2023an jî li pêşiya Tirkiyê hilbijartin xuya nake.”

Serok wekîlê koma CHPê Ozgur ozel bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandibû ku dawiya rejîma qesrê tê û dewleta Komarîya Tirkiyê dê bê. Seroka Şaxa bajarê Stenbolê ya CHPê Canan Kaftancioglu jî gotibû ku deshilata AKPê an dê bi hilbijartinekê biçe an jî bi rêyeke din. Piştî van daxuyaniyan di navbera partiya deshilatdar AK Partî û muxalefeta sereke CHPê de nîqaşên darbeyeke nû destpê kiribûn.