Kaniya Bil li Rojhilatê Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Kaniya Bil li parêzgeha Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, ji nava çiyayên Şaho ve diherike û yek ji kaniyên herî mezin ên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Li gor testên zanistî, ava kaniya Bil ji paktirîn ava kaniyên cîhanê ye. Ava jê diherike jî tevlî çemê Sîrwan dibe. Di çend salên dawiyê de ji ber avakirina bendava Daryan, gelek ziyan gihîştiye wê kaniyê.
S. B