Heiko Maas: Belavbûna Korona bandorek neyênî li mafên mirovan kir

Wezîrê derve yê Almanyayê nimûneyên binpêkirinên mafên mirovan ji alî rejîmên Tirkiye, Rûsya, Venezuela, Îran û Çînê ve binav û pênase kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas diyarkir, ku Belavbûna Vayrosa Korona ji bo mafên mirovan di cîhanê de, encamên gelek neyênî ligel xwe anîn.

Maas di civîna Parlementoya Almanya liser bandorên Vayrosa Korona de axifî û destnîşankir, ku : Krîza belavbûna Vayrosa Korona, herweha kiryarên binpêkirinên mafên mirovan zêde kirin û bi dilgiranî ev yek şopandin”.

Wezîrê derve yê Almanyayê nimûneyên binpêkirinên mafên mirovan ji alî rejîmên Tirkiye, Rûsya, Venezuela, Îran û Çînê ve binav û pênase kirin.

 

 

C.B