Lêkolîn.. hatina werzê germayê Vayrosa Korona ji nav nabe.

Li gor lêkolînek Amerîkî, hatina werzê germayê Vayrosa Korona jinav nabe.

K24- Hewlêr

Li gor lêkolînek Amerîkî, hatina werzê germayê Vayrosa Korona jinav nabe.

Lêkolîn li Zanîngeha Prînsin hatiye encamdan û tê de hatiye, ku eger hat û rêkarên tendirustî werin piştguh xistin, hatina werzê germayê, wekî ku beriya niha hatibu behs kirin, nabe sedema kontrolkirina Vayrosê.

Yek ji wan lêkolîneran Raçêl Bakir, ku kar di wê lêkolînê de kirîye dibêje, tevî hatina werzê germayê, ger pabend nebin, egera serhildana Vayrosê heye.

Ji aliyekê din ve, welatên Endamên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî îro bi koma dengan li ser encamdana lêkolînekê navdewletî derbarê belavbûna vayrosê Korona lihev kirin.