Qedexeya derketina derveyî Sûriye liser Ramî Mexlûf hate sepandin

Wezareta Dadwerî ya Sûriye di malpera xwe ya facebookê de weşand, ku heta qerzên xwe (deynên xwe) nede, qedexeya derketina derveyî Sûriye liser kurxalê Beşar Esed Serokê Sûriye, Ramî Mexlûf hatiye danîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Dadwerî ya Sûriye di malpera xwe ya facebookê de weşand, ku heta qerzên xwe (deynên xwe) nede, qedexeya derketina derveyî Sûriye liser kurxalê Beşar Esed Serokê Sûriye, Ramî Mexlûf hatiye danîn.

Mexlûf ragihandibû, ku hemberî wî nedadwerî tê bikaranîn û ji Beşar Esed xwestibû navbeynkariyê bike. Herweha dabû destnîşankirin, ku hin kes dixwazin dest deynin ser kompanyayên wî. Lê, heta niha Esed liser babetê nehatiye deng.

Wezareta Telepêwendiyê û danûstandinê doz li hember Mexlûf vekiribû, ku kompanya wî Syriatel 180 milyon dolaran qerzdarê bacê ye. Herweha 5 sal qedexeya girêbestî ya 5 salan biser de hatibû sepandin.

 

 

C.B