Helbestvan û nivîskarekê Kurd li Kazaxstanê koça dawîyê kir

Helbestvan, nivîskar Barîyê Bala (Barîyê Elîyê Paşê) li Alma-Ataya Kazaxistanê koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Helbestvan, nivîskar, şanoger, prozaîk, Endamê PÊNa Kurd û Endamê PENa Navnetewî Barîyê Bala (Barîyê Elîyê Paşê) roja 25ê Gulana 2020an di 84 salîya xwe de li Alma-Ataya Kazaxistanê çû ber rehma Xwedê. Bi wefata Bariyê Bala stêrkeke geş ji esmanê çand û wêjeya Kurdan vemirî.

Barîyê Bala (Barîyê Elîyê Paşê) 25ê Tebaxa 1937 an li nehiya Masîsa Ermenîstanê, li gundê Demîrçîyê di nav malbeteke kurdên sade de ji dayîk bûye.

Bavê wî Elîyê Paşayê Miho, dayika wî Qaza Evdoyê Bişo mirovên pir sade û kedhez bûne, bi keda xwe ya helal jîyana xwe derbas kirine. Heft kur û keçeke wî çêbûne.

Barîyê Bala sala 1958 an dibistana gundê Demîrçîyê ya navîn xilas dike û li bajarê Yerevanê dikeve Para Dîrok û Fîlolojîya Azerî ya Zanîngeha (Înstîtûta) Dewletê ya Pêdagogiyê ya li ser navê Xaçatûr Abovyan, sala 1963-yan bi dereceyeke baş xilas dike. Piştî xilaskirina zankoyê salên dirêj di dibistanê da wekî mamosteyê ziman û wêjeyê kar dike.

Ew di sala 1975 an de li gundê Hebilkendê, nehîya Masîsê dibe serwêrê dibistana navîn. Paşwextîyê di vê nehîyê da wekî mufetîşê (înspêktorê) perwerdeya dibistanên navîn de karê xwe dimeşîne. Salên dirêj li nehîya Masîsê bûye serwêrê sovxoza Serwanlerê.

Sala 1989 an wextê şerê li ser Qerebaxa Çîyayî navbera ermenî û azerîya de malbata Barîyê Bala jî tevî hemû kurdên misilman ji Komara Ermenîstanê dertê, diçe Komara Azirbêcanê. Sala 1998an tê Qazaxistanê, bajarê Alma Atayê. Li vir jî ew bi awayekî aktîv tevî karê civakî dibe. Di nav xebatên Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê «Berbang»ê da wekî mamostê ziman û edebîyatê kar dike.

Barîyê Bala wexta şagirtê dibistana navîn bûye dest bi nivîsara helbestan kirîye. Helbesta wî ya ewilîn sala 1957an bi sernivîsara «Dayika min» di rojnama «Rya teze» de tê weşandin. Paşwextîyê helbestên wî di rojnameyên «Rya teze», «Dengê Kurd», «Jîyana Kurd», «Ev Roj» «Dîplomat», kovara «Nûbar» û gelekên din de hatine weşandin. Helbest û nivîsarên wî yên vekirî bi zimanê ûrisî, azerî, ermenî û qazaxî hatine wergerandin, di rojname û kovarên wan zimanan de ronkayî dîtine.

Barîyê Bala xwedanê deh pirtûkên weşandî ne. Pirtûka wî ya ewil sala 1974an bi navê «Dinya min» li Ermenîstanê ronayî dibîne. Sala 1994an li Azerbêycanê pirtûka wî ya dudayan bi navê «Kuda herim» tê çapkirin.

2008ê salê pirtûka wî ya sisêyan «Dîlbera min» ku pêşkêşî xanima xwe kiriye tê weşandin. 2009ê salê pirtûka wî ya çara bi navê «Dayik» ku helbestvan rewayî dayika xwe ya zehmetkêş Qaza Evdoyê Bişo kiriye, ronahî dibîne.

Salên 2011-2012an bi alîkarîya nivîskar û lêkolînvan Hejarê Şamîl du pirtûkên wî «Kulîlkên neçilmisî» û «Deh bûyer» digihîjine ber destên xwendevanên xwe. 2012ê salê li Kurdistana Başûr, bajarê Duhokê bi alîkarîya Yekîtîya Nivîskarên Kurdistanê pirtûka helbestên Barîyê Bala bi sernivîsara «Bijare» tê weşandin.

2014-2015ê salê bi alîkarîya endamên Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê û endamên PÊNa Kurd Nûrê û Zera Serdaryan li bajarê Yêrêvanê du pirtûken wî «Ez û kevokê tenê», «Zerdeştê kal» neşir dibin. 2016ê salê pirtûka wî ya bi navê «Dilê şikestî (Разбитое сердце)» ronahî dibîne. 2005ê salê şaîr, nivîskar û dramatûrg Barîyê Bala tê hilbijartin wekî endamê PÊNa Kurd. 2014ê salê bi xelata ser navê Ehmedê Xanî tê rewakirinê.

Barîyê Bala Pênûsa xwe di hemû mijaran de- helbest, nivîsara vekirî, bîranîn û dramatûrgîyê de ceribandîye. Mijarên helbest û poêmên Barîyê Bala cuda-cuda ne: Evînîya du dila, hub-hizkirina dê û bava, gel û welat, hizkirina mirovahîyê û tebîyetê, rexne, şîret û yên din. Lê helbestvan di helbestên xwe de fikra hîmlî datîne ser welathezî, hub û hizkirinê. Koletî û bindestîya welatê kal û bava Kurdistanê, par-parîbûna gelê kurd axîn û kedereke giran dixe dilê şaîr. Zilm û komkujîya li Helepçê, Şengalê, Kobanîyê, li bajar û gundên kurdên wêranbûyî dilê wî dişewitîne:

Barîyê bala gelek nivîsarên vekirî jî nivîsîne: «Nado û Narê», «Bila dilî dil be», «Ez û kevokê tenê», «Gelto», «Paşa û Belgîzar», «Çar emir, çar demsal», «Cemîle», «Zerdeştê kal», «Ez û kalê welathezî pir bi derdî kul», «Kew, bilbil û sorgula tengezar», «Deh buyer»; bîranînê xwe- «Seyda Şamîl» (Şamîl Eskerov), «Bîranîn derheqa Mehmedê Siloyê Bava da», «Mehmedê Sloyê Mihoyê- Îsa Begê Rewanî» ku pêşkêşî pismamê xwe Mehmedê Silo Miho kirîye.

Jêder:

Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîm, Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê «Berbangê» û Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan