Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê qedexe yên Covid -19 radibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê qedexeya navbera parêzgehan tê rakirin û dewama fermangehên hikûmetê destpê dike.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan piştî civîna kabîneya xwe ragihand ji 1'ê Hezîranê ve qedexeya navbera parêzgehan tê rakirin û dewama fermî ya fermangehên hikûmetê destpê dikin.
Her wiha xwaringeh, kafeterya, pastexane, çayxane, holên werzişê û bazarên ajelan tên vekirin.
C.B