Tirkiye: Li Enqere 391 karmendên tendirustiyê bi Covid -19 ketin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li paytexta Tirkiyê 391 karmendên tendirustiyê bi vayrosa koronayê ketine.
Jûra Pizîşkên Enqereyê da xuyakirin, encamên pişkinînên 391 karmendên tendirustiyê pozîtîf derketine û pizîşkekî diranan jî ji koronayê canê xwe ji dest daye.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiye hê berê dabû xuyakirin, li Tirkiye hejmara karmendên tendirustiyê ku bi koronayê ketine 7 hezarê zêdetir e.
Tirkiye, bi meha Hezîranê re di gelek warên jiyanê de dest bi asayîkirina jiyanê dike.
C.B