Wezareta Tendirustî: Hejmara tûşbûyan gihişt 105 kesan, 3 kes baş bûn e
K24-Navenda Nûçeyan
105 kesên din li Herêma Kurdistanê bi Korona ketin û 3 kesên din jî baş bûn.
Wezareta tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li Parêzgeha Silêmaniyê 77 kesên din bi koronayê ketin e, ku 40 zilam û 25 jin û 6 keç û kurên ciwan û 6 zarok in. li devera Germiyan jî 7 kes tûşî vayrosê korona bûn e. Li Parêzgeha Duhokê jî 6 kes bi korona ketin e, ku du jin û 4 zarok in. Herwiha 3ê kesên din li Parêzgeha Helebce bi Korona ketin û her sê jî rûniştvanên bajarokê Xormal in. Li Hewlêrê jî 12 kesên din bi vayrosê Korona ketin e, ku du ji wan xelkê bajarokê Xelîfan in
û Rêveberê Giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragehand ku sê tûşbûyên din yên korona baş bûne û hejmara giştî ya kesên baş bûn eli Hewlêrê gihişte 233 kesan
C.B