Rûsya sizayên Ewrûpa bi ser Sûriye şermezar dike

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê dirêjkirina sizayan liser Sûriyê şermezar kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta derve ya Rûsyayê dirêjkirina sizayan liser Sûriyê şermezar kir.

Maria Zaxarova di konferansek rojnemevanî de ragihand, ew ji nûkirina  sizayan liser Sûriyê ji alî Yekîtiya Ewrûpa ve dilgiran in.

Got jî  ew siza ne tenê dê ziyanê bigihînin aboriya Sûriyê, lê dê bandorê li kerta wê ya tendirustiyê jî bike, ku Sûriye dê nikaribe dermanan û pêdawîstiyên bizîşkî û keresteyên mirovî peyda bike .

Zaxarova herweha anî ziman, ew helwesta Yekîtiya Ewrûpa mîna helwesta Amerîkayê ye, ku rêkarên tund û yekalî li dijî Sûriyê girtine ber.

 

 

 

C.B