Wezareta Tendirustî: Di bin çavdêriyê de 555 nexweşên Korona hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêran derbasbûyî ragehand, ku li Parêzgeha Silêmaniyê 77 kesên din bi Koronayê ketin e, ku 40 zilam û 25 jin û 6 keç û kurên ciwan û 6 zarok in.
Li Hewlêrê jî 12 kesên din bi vayrosê Korona ketin e, ku du ji wan xelkê bajarokê Xelîfan in. li devera Germiyan jî 7 tûşî vayrosê korona bûn e. Li Parêzgeha Duhokê jî 6 kes bi korona ketin e, ku du jin û 4 zarok in.
Herwiha 3ê kesên din li Parêzgeha Helebce bi Korona ketin û her sê jî rûniştvanên bajarokê Xormal in. Herwiha 2 tûşbûyên din ên Vayros Korona, ku zilamek temen 64 û yekî din 56 salî, li bajarê Silêmaniyê canê xwe jidest dan e. Heta niha li Herêma Kurdistanê 1015 kes bi Korona ketine ku ji wan 444 kes baş bûne û 18 kesan jî jiyana xwe jidestdaye û niha 555 nexweş di jêr çavdêriyê de ne.
C.B