Berî 3 salan helbestvan Ferhad Içmo koça dawiyê kir

Îro sêyemîn salvegera Koça dawî yê helbestvanê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê Ferhad Içmo ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro sêyemîn salvegera Koça dawî yê helbestvanê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê  Ferhad Içmo ye.

Di 8ê Hizêrana sala 2017an helbestvanê navdar ê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Ferhadê Içmo ji ber nexweşiya penceşêrê Koça dawî kiribû.

Ji bo bîranîna salvegera koça helbestvan Ferhadê Içmo her sal ji aliyê rewşenbîr û nivîskar û ronakbîrên Kurd ve çalakî û bîranîn dihatin lidarxistin, lê îsal ji ber metirsiya belavbûna Koronayê, çalakî û salvegera helbestvanê navbûrî nehatin çêkirin.

Ferhad Içmo, ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1960î de ji dayik bûbû  û ji salên 1978an de dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kiribû.