Korona rêjeya obezîteyê zêde dike

Ji ber vîrusa Koronayê gelek kes ji ber ku bo xweparastinê di mal de man giranî dan xwarinê û vê yekê li Bakurê Kurdistanê rêjeya obezîteyê bilind kir. Li Bakurê Kurdistanê jî welatî dibêjin wan ji bêhntengî berê xwe dan xwarinê. Li gorî pêşbiniyên pisporan welatî dê 3 mehan de kêmzêde 5 kîlo bistînin.

K24- Amed

Ji ber vîrusa Koronayê gelek kes ji ber ku bo xweparastinê di mal de man giranî dan xwarinê û vê yekê li Bakurê Kurdistanê rêjeya obezîteyê bilind kir. Li Bakurê Kurdistanê jî welatî dibêjin wan ji bêhntengî berê xwe dan xwarinê. Li gorî pêşbiniyên pisporan welatî dê 3 mehan de kêmzêde 5 kîlo bistînin.

Di serdema Vîrusa Koronayê de ji ber ragihandina qedexeya derketina derve gelek welatiyan piraniya demên xwe di mal de derbas kirin. Ev yek jî bû sedem ku welatî ji bêhntengî giraniyê bidin xwarinê û di encamê de jî kilo girtin zêde bû. Pispor balê dikêşin ku xewa bê rêkupêk, bê tevgerî û xwarina zêde bû sedem ku welatî kilo bistîninû tê pêşbînîkirin kul i Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê di 3 mehên pêşî de welatî kêmzêde 5 kîloyan bistînin. Pispora Parêzê Bijişk Evîn Guney jî dibêje rewşa dêruniyê jî li ser zêde xwarinê bibandor e ku stres jî rê li ber vedike.

Evîn Guney-Pispora Xwarinê- dibêje:"Sedema bingehîn ya zêdexwarinê ya di serdema koronayê de birçîbuna hestiyar e. Stres zêde dibe. Welatî bi xwarinê enerjiyeke mezin distînin lê nikarin wê enerjiyê bidin der. Ew enerjî jî hemu li wan dibe kilo. Divê hay ji xewa xwe hebin û xewa xwe rêkupêk bikin. Dive bêtevger nemînin û werzîşê bikin. Divê xwarinên giran nexwin. Qelewbûn ango obezîte hêza laşe mirovan qels dike û korona jî bi vê yeke bêhtir zirarê dide mirovan."

Bandora mayîna mal de ya li ser zêde xwarinê li Bakurê Kurdistanê jî xwe dide der. Welatî amaje dikin ku wan piraniya demê xwe di mal de derbas kiriye û heta derengê şeve jî hişyar mane ku gelek caran di derengiya şevê wan xwarinên xwarine. Vê yekê jî obezîte li Bakurê Kurdistanê zêde kiriye.

Welatîyek dibêje: "Min jî giranî da xwarinê. Wek xelkê."

Welatî: " Rast e wallahî. Me xwarin xwar û me kilo girt."

Welatîyek dî got: "Ez beriya koronayê  62 kîlo bûm. Ez niha bû me 65 kîlo. Min 3 kîlo standiye."

Welatîyek dî jî dibêje: " Beriya koronayê 90 kîlo bûm, niha 97 kîlo me. Dimeşim ji bo ku kilo bidim."

Pispor balê dikêşin ser têkiliya obezîte û koronayê û didin zanîn li cihanê obezîteya herî zêde li Emerîkayê ye û mirina ji koronayê jî herî zêde li Emerîkayê rû dide ku li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê jî %80ê nexweşên giran ên koronayê di heman demê de pirsgirêka obezîteyê jî dijîn.