Tûşbûyek din li Silêmaniyê cane xwe jidest da

Tûşbûyekî din yê Korona li Silêmaniyê jiyana xwe jidest da ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Tûşbûyekî din yê Korona li Silêmaniyê jiyana xwe jidest da ye.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê deragehand ku di 24 demjimêran de 180 kes li Herêma Kurdistanê bi vayrosê Korona ketine ku 81 kes li Silêmaniyê û 61 li Hewlêrê û 2 li Duhok û 5 li Helebce, herwiha kesekî li Parêzgeha Silêmaniyê canê xwe jidestdaye.

Heta niha Li Herêma Kurdistanê 1 892 kes bi korona ketine ku ji wê hejmarê 559 kes baş bûn e û 36 kesan jî jiyana xwe jidest da ye. Herwiha Wezareta Tenduristî berya niha jî ragehand ku  ew dê beşê navxwe yê xwendekaran ji bo kerantîn û tûşbûyên  korona  bikar bîn in.

 

 

 

C.B