112 kesên din li herêma Kurdistanê bi Korona ketin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand, ku 112 kesên din li herêma Kurdistanê bi Korona ketin e. 78 kes li Silêmaniyê, 20 li Hewlêrê û 14 li Duhokê.
Her îro 3 kes bi Korona li Silêmaniyê jî, jiyana xwe jidest dan.
Rêveberê giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di daxuyaniyekê de ragehand, ku 30 tûşbûyên Korona baş bûne û hejmara kesên li Hewlêrê baş bûn e gihişte 277 kesan.
Herwiha li Duhokê jî 6 tûşbûyên Korona baş bûne û hejmara kesên başbûn e gihişte 50 kesan li wê parêzgehê.
C.B