Serokwezîr bi Parêzgar re, Silêmaniye û Covid -19 gotûbêj kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di pêwendiyek telefonî de digel Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir, rewşa tendirustî ya bajarê Silêmaniyê û rêkarên xweparastinê ji Vayrosa Korona li parêzgehê pirsî û dilgiraniya xwe ji zêdebûna hejmara tûşbûyan derbirî

24 – Navenda Nûçeyan

Di pêwendiyek telefonî de digel parêzgarê Silêmaniyê, Serokê Hikûmetê rewşa tendirustiya Silêmaniyê pirsî û daxwaza pabendbûn bi rêkarên xweparastinê û rênimayîyên tendirustiyê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di pêwendiyek telefonî de digel Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir, rewşa tendirustî ya bajarê Silêmaniyê û rêkarên xweparastinê ji Vayrosa Korona li parêzgehê pirsî û dilgiraniya xwe ji zêdebûna hejmara tûşbûyan derbirî.

Serokê Hikûmetê, hevxemiya xwe digel malbatên qurbaniyên Korona nîşan da, pirse û sersaxî li wan kirin. Biryar jî da, gujmê 2 milyar dînarên din ji bo parêzgehên Silêmanî û Helebce û Îdareyên Germiyan û Raperîn bê xerckirin, ji bo alîkarîkirina wan di rûbirûbûna Korona de.

Serokê Hikûmetê ji bilî nîşandan a dilgiraniya xwe ji rewşê, tekez jî kir, take rê ji bo derbaskirina vê rewşê û kontrolkirina vê petayê, pabendbûn bi rêkarên xweparastinê û rênmayîyên tendirustiyê ji aliyê dezgehên Hikûmetê û welatiyan ve ye. Her di wê pêwendiyê de, Serokê Hikûmetê tekez kir ku hikûmetê hemû karînên xwe ji bo dabînkirina debara jiyan û parastina tendirustiya welatiyan kiriye û tekez kir, ne diviya ev babet bi nakokiyên siyasî bihata têkel kirin.

Hêvî xwest bi alîkarî û yekrêziya hemu aliyan, bi taybetî piştevaniya aliyên beşdarbûyên Hikûmetê, vê qonaxa zehmet derbas bikin.

Parêzgarê Silêmaniyê spasiya piştevanî û piştgirya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

 

 

 

C.B