Hikumeta Kurdistanê: şehîdkirin û ziyangihandina welatiyan ji her aliyekî be şermezar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ew bi dilgranî ve çavdêriya bûyerên çend rojên derbasbûyî li ser navçeyên sînorî dikin.
Cotyar Adil ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê şehîdkirin û ziyangihandina welatiyan ji her aliyekî be şermezar dike û daxwazê ji Komara Tirkiyê dikin, rêzê li xak û welatê me bigre û divê PKK navçeyên sînorî vala bike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvîxwaz e, pêwendiyên wê yên dostane ligel welatên cîran hebin û naxwaze ti aliyek, ji nava xaka Herêma Kurdistanê êrîşî ti welatekî bike.
C.B