5emîn salvegera komkujiya Kobaniyê

Di dirêjahiya dîrokê de gelek komkujî li dijî gelê Kurd pêk hatine, ji wan jî komkujiya Kobaniyê ya 25ê Hezîra 2015an bû, ku di encamê de zêdetir ji 500 kesî li ser destê DAIŞê hatin şehîdkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dirêjahiya dîrokê de gelek komkujî li dijî gelê Kurd pêk hatine, ji wan jî komkujiya Kobaniyê ya 25ê Hezîra 2015an bû, ku di encamê de zêdetir ji 500 kesî li ser destê DAIŞê hatin şehîdkirin.

Di 25 Hizêrana sala 2015 an li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê  çekdarên DAIŞê di tariya şevê de û berî berbangê, derbasî nav bajarê Kobaniyî bûn û bi awayekî hovane komkujiyek di derheqê welatiyên Kobaniyê de pêk anîn.

Li gor çalekvanên bajarê Kobaniyê dibêjin, di wê Komkujiyê de bêhtir ji 500 kesî, ji zarok û jin û kal û pîr hatin kuştin,  ku ew komkujî wek mezintirîn komkujiya di dîroka Rojavayê Kurdistanê de tê hejmartin.

Li goristana Komkujiya Kobanî  bi dehan gor hene, nasnameya wan heya niha jî ne diyar in  û xelkê Kobaniyê navê “komkujiya şeva xedrê” li wê komkujiyê re dikin.