Li Efrînê binpêkirin berdewam dikin

Bi awayekî berdewam çîrokên binpêkirinan ji bajarê Efrînê derdikevin , yek ji koçberên Efrînê, ku niha li Qamişlo dimîne ji Kurdistan24 re dibêje xelkên bajêr rastî hemu rengên binpêkirinan tên ȗ civaka navdewletî tiştekî ji bo rawestandina binpêkirinan nake .

K24- Rojava 

Bi awayekî berdewam çîrokên binpêkirinan ji bajarê Efrînê derdikevin, yek ji koçberên Efrînê, ku niha li Qamişlo dimîne ji Kurdistan24 re dibêje xelkên bajêr rastî hemû rengên binpêkirinan tên ȗ civaka navdewletî tiştekî ji bo rawestandina binpêkirinan nake .

Koçberî zehmet e, lê êşa bipêkirinan ji her tiştî mezintir e, ev zimanhalê koçberên bajarê Efrînê ye ku li ser dirêjahiya 2 salan rastî hemû rengên binpêkirinan tên.

Zekeriya yek ji koçberên bajarê Efrînê ye, gelek ji malbat, heval û dostên wî jî ta roja îro li bajarê Efrînê ne û bi çavên xwe bipêkirinan dibînin û rastî binpêkirinan tên.

Zekeriya dibêje tiştê ku li ser ragihandinê belav dibe di asta herî kêm de ye, jin têne revandin, pîremêr rastî gefan û eşkencekirinê tên, herwiha revandin bi dawî nabe.

Ji ber qedexeya karê ragihandinê û rêxistinên mafê mirovan li Efrînê, tomarkirin û belgekirina binpêkirina kêm e ȗ bi zehmetî dibe. Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan li Cizîrê dide zanîn ku zêdeyî 6 hezar haletên revandinê li Efrînê ta nuha belge kirine, herwiha dibêje ku nêzî 2500 Kurd li Efrîn windayî ne.

Ji destpêka derbasbûna Artêşa Tirikyê û girupên çekdar yên girêdayî oposizyona Sûriyê bo bajarê Efrînê û ta roja îro binpêkirin û talanî di derheqê xelkê de herwiha revandina jinan berdewam e.

Di dema dawiyê de û di gel zêdebȗna halatên binpêkirinan, nêzî 19 rêxistinên mirovî yên Sûrî nameyek pêşkêşî serokê dadgeha Ewrûpî ya mafê mirovan kirin bi armanca ku fişarê li Tirikyê bike û binpêkirin werin rawestandin, lê ta nuha tu bersiv tune ye.