Tirkiye gafa operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê dixwe

Li gorî hin pisporên Tirkiyê operasyoneke bo ser Rojava dê aloziyên li rojhilata Navîn kurtir bike.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê di navbera PYD û ENKSê de ji bo yekrêziya Kurdên li Rojava rêkeftinek hate îmzekirin Ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve ev çend rojin gefa operasyonekê bo ser vê derê tê kirin. Li gorî hin pisporên Tirkiyê operasyoneke bo ser Rojava dê aloziyên li rojhilata Navîn kurtir bike û tu aktoreke li Sûriyê opersyoneke wiha naxwaze. Hin pispor jî dibêjin ku tevî hebûna Amerîka û Rûsyayê Tirkiye bi biryare operasyoneke nû ser Rojava pêk bîne.

Li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYD û ENKSê ve hewlên yêkitiya di nava mala kurd de encamên erênî didin û konaxa yekem bi rêkeftinê bidawî bû. Beramberî vê yekitiyê wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Serokomariya Tirkiyê ragihand ku ew destûrê nadin li Rojava tu rêveberiyên serbixwe ava bibin, ew ê mudaxaleyê bikin û Ji bo kontrolkirina Rojhilatê Firatê karên wan ên serbazî, bênavber berdewam dikin. Ev daxuyanî weke operasyoneke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê tê binavkirin û helwesta Rusya û Amerîkayê ya hember vê operasyonê jî tê nirxandin.

Bi boçûna pispora Rojhilata Navîn Dr. Yeşîm Demîr ji bo ku rewşa li Sûriyê û Rojhilta Navîn aloztir nebe tu aktorek operasyoneke Tirkiyê naxwaze lê ger ev operasyon çê be jî Rusya dê bêdeng bimîne, Amerîka jî dê tenê nerazîbûna xwe nîşan bide.

 

Dr. Yeşîm Demîr ji K24ê re got: Li vê derê şerê Tirkiyê ya bi Kurdan li Rojhilata Navîn qeyrana heyî dê kurtir bike. Rejîma Suriyê jî dê tevlî vî şerî bibe û herêmê dê alozî zêdetir bibin. Tu aktoreke li Sûriyê rageşiyeke wiha naxwaze. Lê belê ger Tirkiye berê xwe bide ser deverên bin kontrola YPG û HSDê Amerîka dê nerazîbûna xwe nîşan bide. Lê Rusya pêşiya vê yekê nagre. Ji ber ku li wê derê bi destê Amerîkayê avakirina rêveberiyeke Kurdan Rusuya naxwaze û ecize ku çavkaniyên neftê di bin kontrola Amerîkayê de ne. Rusya dixwaze deverên petrolê bikivin bin destê rejîma Sûrîyê.

Bi boçûna Prof. Dr. Sencer Îmer jî Tirkiyê ev bi salan e tevî Amerîka û Rusyayê çendîn operasyon li Sûriyê pêk anîne û vê carê jî tevî van aktoran dê  ser rojava operasyonek bê lidarxistin.

Prof. Dr. Sencer Îmer dibêje: Tevî berjevendiyên Amerîka û Rûsyayê yên li Sûriyê û herêmê Tirkiyê heta niha çendîn operasyon li Suriyê pêk anîn. Îro carekedin Amerîka dixwaze rêveberiyekê li rojhelatê Çemê Feratê ava bike. Lê berjevendiyên Tirkiyê yên netewî û ewlehiya Tirkiyê destûra wê yekê nade. Herwıha Tirkiye dijî parçebûna yekrêziya xaka Sûriyê ye. Karê Rûsya ûAmerîkayê wê derê nîne û Tirkiye tevî van aktoran dê berê xwe bide deverên bin destê HSD û YPG ku ji bo xwe gef dibîne.

Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û rojavayê Kurdistanê di sala 2016an de operasyona mertala Firatê, sala 2018an de Operasyona Şaxa Zeytûnê, sala 2019an Operasyona Kaniya Aştiyê û di  destpêka sala 2020an de jî Operasyona Mertala Buharê pêk anîbû. Niha jî xwe amade dike ku operasyoneke nû li ser Rojava li dar bixe. Lê rayedarên YPG û HSD ê jî radigihînin ji bo pêşîlêgirtina êrîşên Tirkiyê ew bi Rusya û Amerîkayê re kar dikin û ew ê jî bersiva her êrîşekê bidin.