4emîn pêşangeha pirtûkan li Qamişlo hat vekirin

Bi girtina tedbîrên xweparêziya ji vîrusa Koronayê, pêşangeh hat vekirin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo yekemîn roja pêşangeha pirtûkan bi beşdariya hejmarek mezin ji nivîskar û weşanxane birêve dice. Komîteya Amadekar dide zanîn, vîrusa Korona û rewşa ewlehiyê hin astengî li pêş lidarxistina pêşangehê peyda kirin, lê pêşangeh di asta pêwîst e de ye.

4emîn pêşangeha pirtûkan li bajarê Qamişlo birêve diçe, lê îsal bi rengekî cuda, ku hemû tedbîrên parastinê ji vîrusa Koronayê ji belavkirina maskan, girtina pileya germahiya laş û rênimayên din ên xweparastinê têne girtin.

Girtina sînoran jî ji ber Koronayê, bandora xwe li pêşangehê kiriye ku bûye sedem hejmarek ji pirtûkan û nivîskaran di pêşangehê de beşdar nebin, lê tevî wî jî pirtûk bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilizî tê de peyda dibin.

Kombenda Kawa ya Çanda Kurdî ji Hewlêrê bo yekemîn car beşdarî pêşangehê bûye û 60 hezar pirtûk ji Hewlêr derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine. Endamê kombendê dide zanîn asta pêşangehê pir baş e û ya balkêş ew e, pirtûkên heyî bi zimanên cuda ne.

Pêşangeha ku salane tê lidarxistin, dê 6 rojan berdewam bike û gelek çalakiyên cur bi cur di nava wê de hene. Tevî ku girtina sînoran û rewşa ne ewle di deverê de bûn asteng li pêş lidarxistina pêşangehê, lê 39 weşanxane tê de beşdar in û hejmara pirtûk û beşdaran ji salên bûrî zêdetir in.