Li Colemêrgê geştek bo Geliyê Zapê hat lidarxistin

Bi bi beşdariya 50 duçerxevan û 30 xwezaparêzan ve geşta duçerxeyê û meşa xwezayê hat li darxistin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Bi pêşengiya Zankoya Colemêrgê bi beşdariya 50 duçerxevan û 30 xwezaparêzan ve geşta duçerxeyê û meşa xwezayê hat li darxistin. Her çiqas pileya germe bilind be jî eleqeyeke baş bo çalakiyê hat nîşandan û dîmenên rengîn derketin holê.

Li Colemêrgê bi pêşengiya Saziya Çand, Tendirustî û Werzîşê ya Zankoya Colemêrgê û Gerînendehiya Werzîşê Ya Bajêr bo Geliyê Zapê geştek hat li darxistin. Di geştê de 50 duçerxevan û 30 xwezaparêz beşdar bûn. Her çiqas pileya germe bilindbe jî eleqeya welatiyan di asteke baş de bû û dîmenên rengîn derketin holê. Geşt di hewşa Zankoya Colemêrgê de dest pê kir. Mamoste û xwendekarên Zankoya Colemêrgê jî beşdarî geştê bûn û Rektorê Zankoya Colemêrgê Omer Pakîş keyfxweşiya xwe ji organîzasyonê anî zimên.

Doktor Omer Pakîş ji K24ê re got: “Hestek xweş e ku bi ciwanên werzîşvan û komeleyên ciwanan re em hatin cem hev. Her ciwanek me dikare tiştên gelek serkeftî bike, bes bila em bikarin rê li ber wan vekin û derfetên wan dabîn bikin. Gelek ciwanên me pirraniya wextê xwe vala derbas dikin. Xebatên wisa ciwanan motive dikin.”

Xelkê ku tevlî çalakiyê bûn jî amaje kirin ku xwezaya Colemêrgê ya bedew û dewlemend bo xebatên wisa gelek guncav e. Wênekêş û Çiyager Esat Kilinç jî bal kêşand ser derfetên xwezayî yên Colemêrgê û banga zêdetir xebatên bi vî rengî kir.

Esat Kilinç dibêje: “Em keyfxweş in ku zankoya me xebatên wisa dike. Ciwanên me jî bil adi hundir de nemînin bila tevlî organîzasyonên wisa bibin.”

Akademîsyenên Zankoya Colemêrgê jî li darxistina organîzasyonên bi vî rengî wek xebatên girîng ên danasîna bajêr pênase kirin. Akademîsyena Zankoya Colemêrgê Kader Muhurdaroglû di wê baweriyê de ye ku Colemêrg dikare yek ji navendên geştiyariyê.

Kader Muhurdaroglû diyar kir: “Çalakiyeke gelek xweş e. Ez demek gelek şad û bextewar derbas dikim. Spasiya amadekaran dikim. Bi xebatên vî rengî bajarê me jî tê nasîn. Em dixwazin organîzasyonên wisa zêdetir bibin.”

Geliyê Zapê ne tenê li Colemêrgê, li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê wek geliyeke bi nav û deng tê nasîn ku di demên dawîn de hem bo geştiyarî, hem bo çalakiyên werzîşên xwezayê hem jî ji bo kêşana dokümanter û fîlman balê dikêşe.