Karkerên demsalî yên Kurd di mercên zehmet de kar dikin

Salane bi hezaran karkerên Kurd diçin bajarên rojavayê Tirkiyê.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Her sal bi hezaran karkerên Kurd berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkiyeyê û demsalên havînan ji bo debara xwe bikin li wan bajaran karên cuda cuda dikin. Li navçeya Enqereya paytexta Tirkiyê jî karkerên demsalî ku ji Mêrdîn û Rihayê hatine hilberîna zebzayan dikin. Malbatên Kurd di rewşeke xirab de û di bin germa havînê de dixebitin herwiha karker dibêjin vayrosa Koronayê bandorek xirap li ser wan kiriye.

Ji aliyekî ve zarok li ber siya konên ku hatine vedan bihevre dileyzin ji aliyek din ve karkerên demsalî li nav zeviyan dixebitin. Ev dîmen ji gundekî ser navçeya Enqereya paytexta Tirkiyê ya bi navê Kazanê ne. Karkerên demsalî yên Kurd ku ji Mêrdîn û Rihayê ne, tevî metirsiya vayrosa Koronayê û germahiya havînê bi zehmetiyek mezin di van zêviyan de hilberîna zebzeyan dikin.

Fesîh Yilmazê ku ji Dêrika Mêrdînê ye û ji sala 2003an ve bi malbata xwe re li vir vî karî dike behsa rewş û zehmetiyên xwe dike û dibêje; îsal vayrosa Koronayê bandorek xirap li me kir.

Karkerê demsalî Fesîh Yilmaz ji K24ê re dibêje: “2003an ve li Kazanê me û karên çandinî û zebzeyan dikin. Me fasûlî, îsot û firîngî çandine. Îsal kêşe li gor salên din zêdetir in. Ji ber pandemiyê destpêkê gelek karker nehatin, kêşeyên wan derketin. Belgeya destûrê derneket, ditirsiyan ji malen xwe derkevin. Yanê me îsal tam zirar kir.”

Karkerên Kurd ku ji saet 7 sibehî heta 6ê evarî di nav van zêviyan de avdan, derman kirin û çapa şitlên îsot, xeyar, fasolî û bacanên sor dikin 6 mehên salê tên vê derê û zêviyan bi îcar digrin û wisa çandinî û hilberîna zebzeyan dikin. Muhbet Çetîn û hevjînê wê Bahadîn Çetîn jî tevî temenê xwe di bin germa havînê de fasûliyên şîn kom dikin.

Muhbet Çetîn diyar kir: “Em karê fasûliyan dikin yên îsotan dikin, firîngî çandine. Ser debara dinyayê em ji wir hatin heta vê derê. Mesele çiqas mirov hene di van çadiran de dijîn. Em û yên Sûriyeyî bûne yek. Di her çadirekê de 2-3 malbat hene. Yanê jiyanek nexweş e lê yek mecbûr e bişuxile, kar bike. Rê vebûn em reviyan hatin vê derê. Rê veneba emê hîn di hundiran de pêrîşan bûba.”

Bahadîn Çetîn got: “Ez xelkê Qerecedaxê me, em li Vêranşehirê rûdinin, îcar em jixwe re hatine kar. Ez û pîrê tenê ne, deynên min jî hebûn, kesî me jî tunebu em jî dixebitin.”

Seyît Paçalê li Mêrdînê diçe dibistanê jî bi gazinc e ku ji ber macbûriyeta kar ew nikarin zêde wext ji dibistanê re veqetîne û li paş hevalên xwe dimîne.

Seyît Paçal dibêje: “Ez Mêrdînê hatime, em li gundan mektebe dixwînin. Rewşa mekteba em dixwînin qet nebaş e. Tiştê em dixwazin nakeve destê me. Zêdetir em ji ber kar nikarin biçin, rewşa me ev e û qet rewşek baş nîne.”

Ligel konên malbatên Kurd ku di her yekê ji wan de 2-3 malbat dimînin penaberên Sûriyeyî yên Ereb jî li nav van zêviyan konên xwe vedana û karê çandiniyê dikin. Herwiha gorî raporteke Atolyaya Pêşvebirinê ya meha Tirmeh û Tebaxa sala 2019an tenê li Enqerê 46 herêmên ku kon lê tên vedan, 2 hezar û 638 kon, 20 hezar û 575 karkerên demsalî û 12 hezar û 356 zarokên wan hene.