Hunermend Mihemed Elî Şakir: Koçberî birîneke kûr e

Rewşa hunermendê navdar Mihemed Elî şakir di keser û êşên di stran û gotinên wî de diyar dibe.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Yekemîn cejina qurbanê li ser hunermenê navdar Mihemed Elî Şakir deras dibe û ew koçber e. Şakir dibêje, birîna koçberiyê zor e û ji ber sedema dûrbûna ji Serê Kaniyê ew nexweş bûye. Êşa koçberiya bi zor pir mezine, lê ji bo kesekî hunermend, koçberî birîneke kûr di dilê de ye.

Rewşa hunermendê navdar Mihemed Elî şakir di keser û êşên di awaz, stran û gotinên wî de diyar dibe. Hunermendê ku ji nêzî 10 mehan ve ji Serê Kaniyê Koçberî Amûdê bûye dibêje, tevî ku ev ne cara yekemîn ku koçber dibe, lê êşa vê carê cuda ye û pir mezin e.

Mihemed Elî şakir gelek berhemên girêdayî êş û boneyên şahiyê yên Kurdan li her 4 parçeyên Kurdistanê çê kirine û berhema wî ya dawî li ser bajarê Serê Kaniyê ye.

Hunermendê ku di sala 1968 de dest bi hunerê kiriye, dibêje hunermend hestyar in û bi hemû bûyer û boneyên netewa xwe bandor dibin.

Mihemed Elî Şakir ku ji xelkê Dirbêsiyê ye, piraniya jiyana xwe li Serêk Kaniyê derbas kiriye, lê piştî kirîza Sûriyê ev cara duyemîn e ji mal û warê xwe koçber dibe.

Hunermend Mihemed Elî Şakir ku piraniya berhemên hunera xwe û alavên muzîkê li paş xwe hiştine dibêje, îro ji ber çekdarên bajarê wî dagîr kirine, jiyana wî bê wate maye.