Hunermend Sabîr Kurdistanî bi vîrûsa koronayê ketiye

Ji ber nebaşbûna rewşa tendirustiya wî ku vîrûsê bi giranî lê bandor kiribû, li nexweşxaneyê ye.

K24 – Hewlêr

Hunermend Sabîr Kurdistanî bi vîrûsa koronayê ketiye û ji ber nebaşbûna rewşa tendirustiya wî ku vîrûsê bi giranî lê bandor kiribû, li nexweşxaneyê ye. Lê belê hat ragihandin ku niha rewşa wî baş e.

Çavkaniyeke ji Nexweşxaneya Asayî ya ji bo nexweşên koronayê ya li Silêmaniyê ji K24ê ragihand; Hunermend Sabîr Kurdistanî bi vîrûsa koronayê ketiye û berî niha di bin çavdêriya sift de bû, lê niha rewşa wî baş e.”

Herwiha çavkaniya K24ê eşkere kir; Sabîr Kurdistanî di 28ê Tîrmehê de ji ber ku rewşa wî ya tendirustiyê nebaş bû, bo nexweşxaneyê hatiye rakirin. Di destpêkê de nîşaneyên pêketina vîrûsa koronayê hebûn, lê piştî tedawiyê niha rewşa wî baş bûye.

 

Î.A