Derheqê girêbestên petrolê de biryara pêdeçûnê

Derheqê girêbestên petrolê de biryara pêdeçûnên berfireh
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan: Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku derbarê girêbestên petrolê de pêdeçûnên berfireh bike. Hûrgiliyên naveroka girêbestan dê ji bo Dîwana Çavdêriya Darayî bên şandin. Ev biryar bi mebesta çaksaziyê hatiye dayîn.

Endamê Lijneya Serwetên Xwezayî Pêşewa Hewramî di vê derbarê de ji Kurdistan24ê re got, "Pêdeçûneke gelek cidî dê li ser hemû girêbestan bê kirin. Da ku dahat zêde bibe. Emê çavdêriya vê pêvajoyê bikin."

Her wiha Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêxcenab, derheqê vê biryarê de agahî dan parlamenteran.

Komîsyona Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser vê biryarê agahî dan parlamenteran. Amaje bi wê yekê hat kirin ku ev biryara tê bi cih anîn, bi piştevaniya piraniya fraksiyonan hatiye dayîn.

Parlamenterê Fraksiyona Goran Celal Mihemed Emîn, ev biryar bi giringî nirxand û wiha got: "Bi riya vê pêngavê dê dahata aborî zêdetir bibe."

Bi vî rengî pêngava yekemîn a çaksaziya sektora petrolê destpêkiriye. Bi mebesta pêdeçûnê, êdî hûrgiliyên girêbestên kompaniyan dê bo Dîwana Çavdêriya Darayî bêne şandin. Li gor agahdariyan berê pêvajoyeka wiha nebû.

Her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derheqê veberhênan, gûhastin û firotina petrolê de, bi hevkariya kompaniya Deloitte dûvçûn û pêdeçûnên berfireh dike. Deloitte, kompaniya navneteweyî a jimêryarî, bac, rêveberî û pişkinînê ye. Li 140 welatan, 700 ofîs û 150 hezar karmend hene. BB