Li Herêma Kurdistanê ji ber koronayê 14 kesan canê xwe ji dest dan
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 348 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 348 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 244 kes li Hewlêrê, 19 kes li Silêmaniyê, 25 kes li Germiyanê û 60 kes jî li Duhokê ne.
Herwiha ragihand; 14 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Germiyanê, 1 kes jî li Duhokê.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 114 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 82 kes li Hewlêrê, 27 kes li Germiyanê û 5 kes li Duhokê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 14816
Mirin: 574
Başbûn: 9413
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
Î.A