Çekdarên alîgirên Îranê li sînorê Iraq û Sûriyê hatin bombebarankirin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand; îro di encama êrîşeke esmanî de li navçeya Elbûkemal a ser bi parêzgeha Dêrezor a li ser sînorê navbera Sûriye û Iraqê, hejmareke çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin

K24 – Hewlêr

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand; îro di encama êrîşeke esmanî de li navçeya Elbûkemal a ser bi parêzgeha Dêrezor a li ser sînorê navbera Sûriye û Iraqê, hejmareke çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Rewangehê diyar kir; çend firokeyên nenas bi siftî êrîşî pêgehên hêzên Îranî û wan komên çekdar ên ku ji Tehranê ferman werdigrin, kirine. Di encama êrîşê de hejmarek çekdar hatine kuştin û birîndar bûne. Çendîn pêgehên leşkerî û depoyên çek û teqemenî jî bi temamî hatine jinavbirin.

Herwiha hat diyarkirin; di çarçoveya wan êrîşan de serbazgeha Îmam Elî û çend pêgehên din ên li nêzîkî xeta trênê û hejmarek ji wan jî li başûrê bajarokê Elbûkemal, bûne armanc.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan destnîşan dike: “Piştî êrîşan kuştî û birîndar bi çend wesayîtên leşkerî yên ser bi hêzên Îranî, bo nav axa Iraqê hatine veguhestin.”

Herwiha rewangehê eşkere kir; hêzên Îranî di nava bajarokê Elbûkemal de rewşa awarte ragihandine.

Berî niha jî çendîn car pêgehên hêzên Îranî û komên çekdar ên ser bi Tehranê, li rojhilatê Dêrezor ji aliyê firokeyên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ve hatibûn bombebarankirin.

 

Î.A