Rêveberê Nexweşxaneyeke Hewlêrê: Rewşa niha karesat e

Li Hewlêrê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) her ku diçe zêde dibe

K24 – Hewlêr

Li Hewlêrê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) her ku diçe zêde dibe. Rêveberê Nexweşxaneya Îmaratî ya li Hewlêrê vê rewşê gelek xeternak dibîne û bi çavên hêsirtijî dibêje: “Rewşa niha karesat e.”

Berî demeke kin, li Nexweşxaneya Îmaratî ya li Hewlêrê nexweşeke din jî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Dr. Şaxewan Xeylanî, rêveberê nexweşxaneyê li ser vê mijarê ji K24ê re ragihand: “Berî çend xulekan li nexweşxaneya me jinekê jiyana xwe ji dest da, temenê wê ji 60 salî zêdetir bû.”

Dr. Şaxewan Xeylanî derbarê rewşa pêketiyên koronayê de diyar kir; mixabin mirinên ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) li Hewlêrê zêde bûne, piraniya nexweşên li nexweşxaneya me, rewşa wan nebaş e.

“Rewşa niha xeternak e, lê hêj negihiştiye lûtkeyê tirsnakiyê”

Rêveberê Nexweşxaneya Îmaratî amaje bi wê yekê jî kir: “Ev çend meh in em dibêjin rewş gelek xeternak e, lê îro rewş gihiştiyê wê astê ku em nikarin pêşiya wê bigrin. Gelek kes û mixabin hinek kesên neberpirsyar û hinek alî hebûn wisa kirin ku xelk ji xweparastinê sar bibe.”

Dr. Şaxewan Xeylanî eşkere kir: “Ez nikarim bibêjim ku em di lûtkeyê de ne, lê bêguman em ber bi lûtkeya pêketina koronayê diçin û dibe ku karesatên mezintir werin ser me, ji ber ku nexweşxaneyên me bi pêketiyan tijî ne û rewşa piraniya nexweşên me ne baş e.”

Rondikên Dr. Şaxewan

Dr. Şaxewan Xeylanî ku ji destpêka belavbûna vîrûsa koronayê ve bi awayekî berdewam bi rêya medyayê bang li xelkê dike ku xwe biparêzin, dema ji K24ê re diaxivî, bi rondikên çavan got: “Dîmenên ku ez dibînim, nizanim çawa qal kim, nexweş li ber çavên me dimirin û em nikarin ti tiştekî bikin. Bi rastî pêdiviyên tibî, ne her tişt e. Hemû dîmenên dema tu dibînî kesekî li ber te canê xwe ji dest dide û tu nikarî ti tiştekî bikî, bandorê li te dike.”

Rêveberê Nexweşxaneya Îmaratî destnîşan kir: “Welatiyên me di xeyalan de dijîn, ez nizanim li ku derê ne, tiştê niha diqewime karesat e… Gotina me ya herî dawî bo welatiyên me ev e: Em rica dikin ji mala xwe dernekevin, li xwe û zarok û dayîk û bavê xwe miqate bin, da ku em ji vê zêdetir karesat nebînin.”

 

Î.A