Trump xeletiya herî mezin a Amerîkayê eşkere dike

Donald Trump, Serokê Amerîkayê ragihand; biryara Waşintonê ya li ser şandina hêzên leşkerî bo Rojhilata Navîn, di dîroka Amerîkayê de xeletiya herî mezin bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Donald Trump, Serokê Amerîkayê ragihand; biryara Waşintonê ya li ser şandina hêzên leşkerî bo Rojhilata Navîn û beşdarbûna di milmilaneyên hêrêmê de, di dîroka Amerîkayê de xeletiya herî mezin bû.

Serokê Amerîkayê di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir: “Biryara şandina hêzên leşkerî bo Rojhilata Navîn û ketina nav milmilaneyên Rojhilata Navîn, di dîroka welatê me de xeletiya herî mezin bû. Ev nêrîna min e.”

Trump berî niha jî çend caran ragihandibû ku niyeta Amerîkayê heye dawî li siyaseta "şerên ku dawiya wan tine ye" bîne û hewl dide li şûna şer û milmilaneya li gel wan, hevbeşî bi welatên cîhanê re çêbike.

 

Î.A