Li Tirkiyê car din hejmara pêketiyan ji 1000 kesî derbas kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 765 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1083 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 234 hezar û 934 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 994 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 218 hezar û 491 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Zêdebûna hejmara nexweşên nû cidî ye. Cudahiya di navbera du rojan de, di vê dema nêzîk de cara ewil e ev qas diyar e. Divê em rê li ber encamên giran ên ji ber nêzbûna hev a mirovan di cejn û betlaneyê de bigrin. Em hemû li hember hev berpirsyar in. Pêwîstiya me bi yekbûna tedbîran heye.”
Î.A