Fraksiyona Sedir: Hilbijartinên pêşwext projeyeke siyasî ye

Parlementerê Fraksiyona Saîrûn daxwaza Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê ya pêkanîna hilbijartinên pêşwext, ji bo kêmkirina zexta cemawerî ya li ser hikûmeta wî projeyeke siyasî dibîne

K24 – Hewlêr

Riyaz Mihemed, Parlementerê Fraksiyona Saîrûn a ser bi Muqteda Sedir, Rêberê Tevgera Sedir ragihand; daxwaza Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê ya pêkanîna hilbijartinên pêşwext, ji bo kêmkirina zexta cemawerî ya li ser hikûmeta wî projeyeke siyasî ye.

Parlementerê Fraksiyona Saîrûn di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir: “Ti nivîseke yasayî di destûra Iraqê de tine ye ku behsa hilbijartinên pêşwext dike. Di madeya 64an de bi awayekî eşkere behsa vê yekê hatiye kirin ku dema Encûmena Nûneran were hilweşandin, hilbijartinên pêşwext têne kirin.”

Riyaz Mihemed destnîşan dike: “Daxwaza Kazimî ji bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext, projeyeke siyasî ye. Mebesta wî kêmkirina wan zextan e ku ji aliyê cemawer û aliyên siyasî ve li hikûmetê têne kirin, bi taybetî li ser qeyranên ewlehî, siyasî, aborî û koronayê.”

Parlementerê Fraksiyona Saîrûn dibêje: “Kazimî hewl daye ku bi wê daxuyaniya xwe ya arasteyî tevgera siyasî û wan zextên li ser hikûmeta wî ye, ber bi hêzên siyasî û parlementoyê ve biguherîne.”

Herwiha Riyaz Kazimî amaje bi wê yekê jî dike; diyarkirina dema hilbijartinê ji aliyê Kazimî ve, ne destûrî ye. Biryarên bi vî awayî, ne di destê hikûmetê de ye.

Ev di demekê de ye ku şeva din Fraksiyona Saîrûn tekez kiribû: “Her demeke ku aliyên siyasî li ser wê demê li hev bikin, ji bo me pirsgirêk nîne, dema pêkanîna hilbijartinê li cem me ew qas girîng nîne.”

 

Î.A