Xortekî Kurd keçeke Almanî ji destê tawanbarekî rizgar kir

Xortekî Kurd ê bi navê Fener Umer li bajarê Wuppertal ê Almanyayê keçek ji destê tawanbarekî rizgar kir

K24 – Wuppertal

Xortekî Kurd ê bi navê Fener Umer li bajarê Wuppertal ê Almanyayê keçek ji destê tawanbarekî rizgar kir.

Fener Umer ku medyaya Almanyayê wî weke qehremanekî Kurd bi nav dike, derbarê rûdanê de ji K24ê re ragihand: “Demjimêr 3:30 bû, ez di vir re diçûm malê, min dît xortek û keçikek pêşiya min in, min dît xort ji nişka ve ew keçik revand, li nav parkê destê xwe danî ser dev û qirika wê, min tirimpêla xwe danî û ez hatim, min dît xort li ser sînga wê ye.”

Herwiha Fener eşkere dike: “Dema wî ez dîtim, baz da, min da pey wî, nêzîkî 100 -150 metre şûnda min ew girt, çend kulm li min dan, min jî çend kulm li wî xistin, kete erdê, keçik bi polîsan re axivî, berî ku polîs bigihîjin kulmeke din jî li min da û reviya, dîsa min ew zeft kir, dema polîs hatin, min ew radestî polîsan kir.”

Fener Umer destnîşan dike ku dema ew çûye hawara keçikê, qet nefikiriye dibe ku li cem wî xortî çek hebe û zirar bide wî. Fener dibêje: “Em Kurd, dilê me paqij e, em dixwazin alîkariya her kesî bikin.”

Hêjayî gotinê ye; keça ku Fener Umer xwe gihande hawara wê, xwendekara Akamediya Polîsan e û ev jî bû sedema wê yekê ku nav û dengê Fener li Almanyayê zêdetir belav bibe.

 

Î.A