Fransayê bombebarana Tirkiyê şermezar kir

Wezareta Derve ya Fransayê ragihand; Fransa wê bomberana Tirkiyê ku bûye sedema kuştina çend kesên ji pasevanên sînorî yên Iraqê li parêzgeha Hewlêrê, şermezar dike û weke "pêşhateyeke metirsîdar" bi nav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Fransayê ragihand; Fransa wê bomberana Tirkiyê ku bûye sedema kuştina çend kesên ji pasevanên sînorî yên Iraqê li parêzgeha Hewlêrê, şermezar dike û weke "pêşhateyeke metirsîdar" bi nav dike.

Ev piştî wê yekê hat ku Wezareta Derve ya Iraqê cara sêyem e ji ber êrîşên Tirkiyê bo ser deverên sînorî yên Iraqê, bangî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê dike û yadaştnameya nerazîbûnê dide û daxwaz dike ku demildest Tirkiye êrîşên xwe yên li Iraqê bide sekinandin û hemû hêzên xwe ji wan deverên sînorî vekişîne.

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê serdana Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê bo Bexdayê jî betal kir, ku biryar bû îro were encamdan.

Di van demên dawî de ji ber çend mijaran peywendiyên Fransa û Tirkiyê gelek aloz bûne.

Îro pêncşemê Parîs ragihand ku Fransa du firokeyên xwe yên Rafale dişîne û hebûna xwe ya li rojhilatê Deryaya Spî bihêz dike, herwiha keştiya Lafayette di çarçoveya planekê de ji bo bihêzkirina hebûna xwe ya leşkerî dişîne Deryaya Spî ji ber pişkinînên Tirkiyê li ser petrol û gazê li wê herêmê.

 

Î.A