Iraq dixwaze li gel Kurdistanê li derveyî destûrê tevbigere

Şarezayên destûra Iraqê û çavdêrên siyasî diyar dikin; Iraq mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê kiriye siyasî û mafê ku ji bo xwe rewa dibîne, ji bo Herêma Kurdistanê rewa nabîne

K24 – Hewlêr

Şarezayên destûra Iraqê û çavdêrên siyasî diyar dikin; Iraq mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê kiriye siyasî û mafê ku ji bo xwe rewa dibîne, ji bo Herêma Kurdistanê rewa nabîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Kurdistanê û heqên xwe yên darayî, hemû şert û mercên hikûmeta federalî ya Iraqê yên di çarçoveya destûrê de qebûl kirine.

Lê belê Rêbîn Selam, pisporê destûra Iraqê eşkere dike ku Iraq dixwaze li derveyî destûrê tevbigere.

Herwiha Hendirên Şêx Raxib, Endamê Serkidetiya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê jî dibêje; pirsgirêka mûçeyê derxistine holê û li paş vê jî armancên siyasî hene.

Berî niha çend caran şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir, li gel kabîneya Ebdulmehdî û kabîneya nû ya Mistefa Kazimî jî gotûbêj kirin, di civîna dawî de jî hevfêmkirinek di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat ragihandin, lê hêj negihiştiye rêkeftineke dawî.

Î.A